PoliticsTop

Civîna taybet a hevpar a Komîteyên Daîmî yên Parlamentoya RPEK li ser înternetê hat derbaskirin

Cîgirê Serokê Meclîsa Netewî Hakob Arşakyan di 17ê gulanê de beşdarî rûniştina taybet a hevpar a Komîteyên Daîmî yên Karên Siyasî û Hevkariya Navneteweyî, Parastin û Ewlekariyê, Civakî-Aborî û Hiqûqî a Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf bû.

Endamên heyeta Meclîsa Netewî a Komera Ermenistanê Andranîk Koçeryan, Gêvorg Papoyan, Alêksêy Sandîkov û Şîrak Torosyan beşdarî rûniştinê bûn.

Hakob Arşakyan bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku di rûniştinê de wê xebatên bi bandor bên meşandin.

Di rûniştinê de gavên hevpar yên di têkoşîna li dijî terora navneteweyî de, rojeva 2021-2025an hatin nirxandin. Perspektîfên çalakiyan û mijarên din di rojevê de ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button