SocietyTop

Bi saya odeya rêveberiyê ya tirsê, leşkerên beşdarî şer bune wê bikaribin tedawiya psîkolojîk bistînin

Odeya “Rêveberiya Tirsa 3D” ya bi navê leheng Kyaram Sloyan li navenda “Bajarê Rehabîlîtasyonê ya Lehengan” hat vekirin. Navend li ser navê qehremanê neteweyî, fermandarê hêzên taybet Vahagn Asatryan ê, ku di şerê 44 rojan de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî “Armenpress”ê, bi saya Hasmîk Raşoyan û hevalên wê, odeya pizîşkî bi alavên nifşê herî dawî hat dabînkirin û bi saya wan leşker wê bikaribin bi tevahî tedawiya psîkolojîk ye dîjîtal bistînin.

Damezrînerê Navenda Rehabîlîtasyonê ya “Bajarê Rehabîlîtasyonê ya Lehengan” Surên Arêênts, anî ziman ku ji sala 2016’an û vir ve ji bo ku navê yek ji lehengan nemir bimîne dixwastin tiştekî wusa bikin. “Gava ku me jûreyek psîkolojiya dîjîtal saz kir, tavilê fikir derket holê ku heke em ê li ser rêveberiya tirsê biaxivin, wê hingê bi mînaka kê, ger ne Kyaram. Li ser mînaka wî, leşker jî divê karibin tirsa xwe ji holê rakin, bi ser bikevin û bi pêş ve herin. Niha em dest bi tedawiya psîkolojîk ye dîjîtal dikin. Tavilê piştî vekirinê, sûdmendên me, kur, hemû endamên malbatê dikarin dest bi tedawiyê bikin”: got Surên Arêênts.

Dayika Kyaram Sloyan Nvard Sloyan ji rojnamevanan re got ku ji ber bûyerên bi vî rengî hesab dike ku kurê wê sax e, pêngava wê ya leheng tê bibîranîn.

Di merasîma vekirina “Odeya Rêveberiya Tirsê ya 3D” ya bi navê Kyaram Sloyan de Wezîrê Tenduristiyê Anahit Avanesyan jî amade bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button