PoliticsTop

Ti bingeheke qanûnî li ser enclav nîne: Marukyan bersiva Azerbaycanê da

Di destê komara Ermenîstanê de tu belgeyek tune ye, ku di nav axa me de enclav hebin, lê di nav axa Azerbaycanê de bingehên qanûnî yên enclavan hene. Balyoze peywirên taybet en Komara Ermenîstanê Edmon Marukyan di Televîzyona Giştî de bersiv da ser daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Derve yê Azerbaycanê ya li ser “vegerandina deverên enclavan Azerbaycanê”.

Beriya niha Cîgirê Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Xelef Xelefov ragihandibû, ku pirsa vegerandina çend deverên enclavan wê di çarçoveya destnîşankirina sînorên bi Ermenîstanê re were çareserkirin. Li gorî agahiyên Bakûyê, ev çend gundên herêma Tawûşê, gundê Tîgranaşenê yê herêma Araratê ne.

“Daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Derve yê Azerbaycanê li ser ti belgeyeke yasayî nîne. Di derbarê wan deveran de gotegotên cuda, spekulasyonên siyasî yên hundirîn hatin kirin, lê heta niha derbarê tu enclavek di nav axa Komara Ermenistanê de tu belgeyeke yasayî pêşkêşî Ermenîstanê nehatiye kirin.Nexşeyên cûrbecûr hatine weşandin. Nexşeya ku ji hêla her du aliyan ve hatye weşandin wekî rastdariyek qanûnî nayê hesibandin ku di xaka kê de çi heye, çi yê aliyê din e. Ji bo pêvajo dest pê bike, divê alî bingeha hiqûqî ya îdiayan ji hev re ragihînin. Ger bingehek qanûnî tune be, hewcedarî jî tune ye”: got Marukyan.

Li gorî wî, di beşa Sotk-Xoznavarê de, li beşa herêma Tavûşê, li Syunîk, Gêgarkûnîkê, leşkerên Azerbaycanê li ser axa Komara Ermenîstanê in u dive derkevin.

“Ev daxwaza Komara Ermenîstanê ye û di meriyetê de ye. Divê ev mijar di dema xebatên komîsyonê de bên çareserkirin”: got Marûkyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button