TopWorld

Piştî bûyerên vê dawiyê yên li Şengalê, nûnerê Êzdiyan daxwazên alyê kêmîneya êzdîan dike

Di vê hefteyê de nûnerê êzîdiyan li parlamenta Îraqê helwesta xwe li ser bûyerên vê dawiyê yên Şengalê eşkere kir.

Berdevkê êzîdî Nayîf Xelef Sîdo di axavtineke rojnamevanan re li Bexdayê got, ku êzîdî ne tenê di sala 2014an de rastî jenosîdê hatin, lê herwiha alavên giran jî anîn warên ku êzîdî lê dijîn, ku ji bo dijminatiyên mezin amade ne, ku dikare bibe sedema giran a windahiyên di nav sivîlan de. Naîf Xelef banga rawestandina her cure nakokiyên li cihên ku şêniyên êzdî û koçber lê dijîn, kir. Ji bo parastina hindikahiyên êzdî ,dimînê ew alîkariyê bixazin ji rêxistinên navneteweyê.

Tevî hemû sûcên hovane yên li hemberî gelê Êzidî hatin kirin, tevî ku di sala 2014’an de her kes Êzidî terikand, Sîncar dest bi vejenê kir û jiyana li wir asayî dibe.

Li gorî Nayîf Xelef Sîdo, êzdî êdî ne wek berê ne, ji ber wê jî piştî ku şeref û namûsa wan a giranbuha hat binpêkirin, tiştekî ku winda bikin, nemaye.

Gelê êzdî ji destpêka dîroka êzdî heta niha bûye qurbaniya polîtîkayên derve û hundir, ji bo bêparkirina ol, dîrok, çand û kevneşopî, nasnameya neteweyî û erdnîgariya netewî u her wiha hewldanên tunekirina Êzdiyan, ku ola wan yek ji kevintirîn olên yekxwedayî ye li cîhanê.

Xelef got: “Me hêvî dikir ku ji qirkirina herî hovane ya ku di serdema nûjen de tê zanîn em rizgar bûn, em ê bên parastin û mafên me jî li welatê me bêne parastin, lê belê li Iraqê, li şûna wê, wan biryar da ku herêmên me bikin qadeke nû ya şerên çekdarî, da ku hesabên di navbera aliyan de bên çareserkirin. Mixabin em bi eşkere dibînin ku li pişt perdeyê xeverdan û plansaziyên ku li dijî gelê me yê Êzidî tên kirin.

Nayîf Xelef Sîdo bang li hemû dezgehên pêwendîdar û hikûmeta navendî kir ku hemû cureyên şerê çekdarî ji werên êzdiyan yên sivîlên ku ji kampên penaberan vegeriyane ji holê rakin, eger na, ew neçarin ku bang ji civaka navdewletî , alîkariyê ji rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî bikin.

Ew aşkere kir, ku êzdî ji bo biryara çarenivîsa xwe ne hewceyî alîqarya kesekî ne u û ew hemû peymanên, ku bi herêmên êzdîyan ve girêdayî ne û bêyî beşdarbûna wan biryara çarenivîsa gel didin, bi awayekî kategorîk red dikin.

Nûnerê kêmîneya êzîdî daxwaza avakirina hêzeke yekgirtî ya êzîdiyan kir, di nav wan de jî gelê ku li dijî terorîstên DAIŞê berxwe dane û naw wan da jî him êzdî him jî Xiristiyan û Şebek, Tirkmen, Ereb û Kurd.

Pêwîst e baweriya Êzdiyan bi hikûmeta navendî were vegerandin. Ev dikare were kirin, gava dev ji koçberkirina Êzdiyan berdin, u wsa jî ji bo karûbarên bingehîn jîngehek guncaw be afrandin, tezmînat bê dayîn, da ku gelê Êzidî vegerin.

Nayîf Xelef Sîdo di dawiya axaftina xwe de got: “Agahiyên me ji çavkaniyên me hene ku di navbera rayedarên payebilind ên Iraqî yên li ser desthilatdariyê, Kurdistan û aliyek sêyemîn de, ji bo bidawîkirina hebûna şêniyên êzdî li Iraqê lihevkirinek nepenî heye. Rawestin xeletiyek ku bibe sedema şerekî din nekin.”

yazidis.info dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button