TopWorld

Nadîya Murad bi Serokwezîrê Belgîa re civiya

Li Brûkselê, 11 Gulan, civînek di navbera çalakvana êzdî Nadîa Murad, xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê û serokwezîrê Belgîayê Alêxandr Dê Kro de pêk hat.

Nadîya ji çapemeniyê re got ku ew kêfxweş e ku bi serokwezîrê Belgîayê Alexander re hevdîtin pêk bîne û li ser çend mijarên girîng ên derbarê êzdiyan de gotûbêj bike, ew jî rewşa niha ya devera Şingalê û nakokiyên siyasî yên ku gefê li hebûna civaka Êzdiyan li Iraqê dixwe.

Belgîa û welatên din ên Ewropî dikarin bi awayekî mayînde alîkariya êzdiyan bikin, destwerdanê bikin da ku nakokiyên siyasî bi dawî bikin û li Şengalê piştgiriyê bidin wan, da ku êzdî karibin bi ewle li herêmên xwe bijîn, an jî deriyê penaberiyê ji bo kesên ku dixwazin vekin, ji ber ku kamp metirsiyê li ser tevahiya civakê ye.

Her wiha hate nîqaşkirin mijara pêwîstiya darizandina kiryaran ji ber sûcên qirkirin û şîdet.

Li gorî Nadîya Murad, welatên Ewropayê dikarin mînaka Almanyayê bişopînin û pirsgirêka cîhanî ji bo dadgehkirina endamên DAIŞê bikar bînin û piştgiriya avakirina dadgehên çavdêriya navdewletî bikin.

êzîdî24 dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button