
Kompleksek karsaziyê ya pirfunctional bi çareseriyên mîmarî yên bêhempa dê li Êrîvanê were çêkirin
Hikûmetê bernameya Surên û Hasmîk Pahlyanyan pejirand û li gorî vê bernameyê, ku dê li Êrîvanê ji bo avakirina kompleksek karsaziyek pirfunctional veberhênan bê kirin. Veberhêner plan dikin ku li Êrîvanê, navçeya îdarî ya Kentron, li xaka navçeya etnografî ya Dzoragyugh bernameya veberhênanê 10 milyon dolarî pêk bînin
Tê plankirin ku li wê deverê li gorî standardên navneteweyî bi çareseriyên mîmarî yên bêhempa, kompleksek karsaziyek pirfunksional bê avakirin.
Ew ê hem deverên niştecîh û karsaziyê û hem jî salonek ji bo bûyerên çandî yên taybetî pêk bîne. Jixwe bi Mala-Muzeya Sêrgêy Paracanov re li ser nîşandana hin nimûneyan lihevkirinek çêbûye.
Di avahî de dê otoparkek sê qatî bi çareseriyek mîmarî ya herî pêşkeftî hebe. Projeya ku dê di nav xwe de başkirina deverên derdora wê hebe, bi giştî dikare bibe destpêkek baş ji bo pêkhatin û pêşdebirina jîngeha mîmarî ya newala Hrazdanê. Xebat wê 2-3 salan bidome, di encamê de wê 150-200 cîhen karên nû bên vekirin.