
Balyoz bi peywirên taybet en Komara Ermenîstanê Edmon Marukyan 6 xalên ku Ermenîstanê li di bersivê ser 5 xalên Azerbaycanê pêşkêş kiribûn, di Televîzyona Giştî de weşand.
- Di 11ê Adarê de pêşniyara Azerbaycanê hat wergirtin.
- Komara Ermenîstanê ji Azerbaycanê re ne xwedî îddîayên erdî ye.
- Ji bo aliyê ermenî bingehîn in mijarên garantîkirina ewlekariya ermeniyên Qerebaxê, rêzgirtina maf û azadiyên wan û herwiha diyarkirina statuya dawî ya Qerebaxê.
- Aliyê Ermenî girîng dibîne erkên ,ku di daxuyaniyên 9ê Çirya paşin, 11ê Çile, 26ê Çirya paşin de, Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîev dan (vegera girtiyên şer, vekirina peywendiyan).
- Aliyê Ermenîstanê amade ye, li ser bingeha Peymana Neteweyên Yekbûyî,Peymana Navneteweyî li ser Mafên Sivîl û Siyasî û li ser bingeha Qanûna Dawî ya Helsinki, dest bi muzakereyan bikin di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de, li ser aşitiyê, asayîkirina têkiliyan û danîna peywendiyên navdewletiyan peymanek pêk bînin.
6. Aliyê ermenî bang li Hevserokên Koma Mînskê ya OSCE kir ku hevdîtinên pêwendîdar organîze bikin.