SocietyTop

300 pisporên ermeniyên dîasporayê ji bo kar li pergala dewletê ya Ermenîstanê serlêdan kirin

Qebûlkirina serîlêdanên ji bo bernameya “iGorts” a 2022-an a pisporên ermeniyên dîasporayê yên di pergala rêveberiya Ermenîstanê de qediya. Nêzîkî 300 pisporên Ermeniyên dîasporayê îsal ji 31 ​​welatan serî li bernameyê dane: Rûsya, Amerîka, Lubnan, Ukrayna, Belgîa, Îran, Kanada, Fransa, Almanya, Belarûs, Arjantîn, Swîsre, Norwêc, Îtalya û yen din. Cara ewil ku serî li bernameyê danê ji Hollanda, Urdun, Brezîlya, Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî û Zelanda Nû wa.

Bername ji aliyê Ofîsa Serkomîseriya Karûbarên Diyaspora ya Komara Ermenistanê ve tê meşandin. Ji pisporên ermeniyên dîasporayê re firsendek dide ku salekê li zêdetirî 25 beşên Ermenîstanê, Artsaxê bixebitin, ezmûn û zanîna xwe bînin, bernameyên nû bidin destpêkirin û li welête xwe de dest bi kariyera xwe bikin. Hemî serlêder xwedî destûrnameyek bekelorya ne ku bi kêmî ve 5 sal ezmûna pîşeyî heye, an bawernameya masterê (an bilindtir) û 3 sal ezmûna pîşeyî.

Pisporê herî mezin 77 salî ye, temenê navînî yê serlêderan 35 e.

Pisporên bijartî re, wê di Tîrmehê de hevpeyivînek bê derbaskirin. Piştî hilbijartina dawî, 50 pisporên ermeniyên dîasporayê dê meha Îlona îsal dest bi karê xwe bikin. Hikûmeta Komara Ermenîstanê ji pisporan re bilêtek hewayê dide , ya hatin u ya wegerandin, 336 000 diram mehê, bîmeya tenduristiyê û xerca destûra rûniştinê ya salek.

Ev cara sisya e, ku proje tê cîbicîkirin. Di nava du salên borî de di çarçoveya bernameyê de zêdetirî 100 pispor di sîstema dewletê ya Ermenîstan û Artsaxê de dest bi xebatê kirin. 70% ji wan biryara vegerê dane.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button