All NewsTop

Tê amadekirinê serdana dewletî  Vladîmîr Pûtîn ya Ermenîstanê

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan diyar kir ku dibe ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji çirya pêşîn heta kanûna pêşîn 2022 yan biê Ermenîstanê.

Li gorî nûçeya Armenpressê, Ararat Mîrzoyan li Duşenbê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî.

Mîrzoyan amaje bi wê yekê jî kir, ku niha hûrgiliyên serdanê, di nav wan de rojên teqez tên zelalkirin. “Mijara organîzekirina serdana dewletê ya Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di rojeva me de ye. Têgihiştinek heye ku ev yek dê di nîvê duyemîn a salê de, ji meha cotmehê heta berfanbarê pêk were. Helbet em hê jî li ser tarîxan li hev dikin, “Mîrzoyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button