
Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di hevdîtina bi Wezîrên Karên Derve yên Rûsya û Azerbaycanê Sêrgêy Lavrov û Jêyhûn Bayramov re li Duşanbeyê diyar kir ku belgeya ku wê bi Azerbaycanê re bê îmzekirin û diyar kir kû Ermenîstan wê belgeya ra dvêje “Peymana li ser asayîkirina têkiliyan”. Ev yek ji ajansa “Interfax” re ragihand.
Mîrzoyan dûpat kir ku Ermenistan li ser cîbicîkirina hemû peyman û daxuyaniyên di navbera her sê welatan de dimîne.
Mîrzoyan got: “Em amade ne hemû kar li ser asta niha berdewam bikin, çi vekirina jêrxana aborî û peywendiyên li herêmê be, çi rêkeftina aştiyê be, çi jî rasttir, rêkeftina asayîkirina peywendiyan be. Her wiha Mîrzoyan mijara vegerandina girtiyên ermenî yên şer kir.