All NewsTop

Pêwîste rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin û divê hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina wê tedbîrên pêwîst bigire. Mesûd Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di preskonferansekê de li Hewlêrê derbarê rewşa Şingalê de axivî û ragihand, “hêzên ku xwe li ser Şingalê sepandine, navçe vala nekirine, berovajî vêya ji Sûriyê ve hêzên zêdetir anîne Şingalê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha ragihand, li Şingalê pirsgirêk heye û di demên bihorî de li wê navçeyê pevçûn derket û ji ber wan pevçûnan careke din bi hezaran kes ji xelkê Şingalê koçber bûn û berê xwe dane kampên Herêma Kurdistanê.

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê, Heyder Şeşo roja 4ê Gulanê di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê gotibû, ku piştî şer û pevçûnên navbera hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û hêzên artêşa Iraqê, PKK û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hêzên zêdetir şandine ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Şingalê.

Heyder Şeşo gotibû: “Li gor zanyariyên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên PKKê li ser sînorê Rojava yê ligel Şingalê hêzên xwe zêde kirine û çendîn otomobîlên serbazî yên zêde anîne navçeyê.”

Mesrûr Barzanî amaje bi Rêkeftina Şingalê ya 9ê Cotmeha 2020an a di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û tekezî li ser cîbicîkirina wê rêkeftinê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şingalê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, “Pêwîst e rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin û hikûmeta Iraqê divê ji bo cîbicîkirina wê rêkeftinê tedbîrên pêwîst werbigre.”

Di her du rojên destpêkê yên Gulanê de, li sînorê qeza Şingalê di navbera hêzên artêşa Iraqê û YBŞê de şerekî giran derket û herdu aliyan di şer de çekên giran bikar anîn.

Di şer de serbazekî artêşa Iraqê û şervanekî YBŞê jiyana xwe ji dest dan.

Bi sedema şerê navbera YBŞê û artêşa Iraqê, bi hezaran kes ji Kurdên Êzdî yên sînorê Şingalê careke din koçber bûn û berê xwe dan kampên li sînorê parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê.

Rêveberê Koç û Koçberan li parêzgeha Duhokê, Pîr Deyan Pîr Ceifer roja 5ê Gulanê ji Rûdawê re ragihandibû, “ji roja 2ê Gulana 2022an ve hatine koçberan ji Şingalê ve bo Duhokê dest pê kir û heta îro 1711 malabt ku hejmara wan 10,261 kes in, koçberî Duhokê bûne.”

Pîr Deyan dabû zanîn, ji wê hejmarê 1,100 malabt di kampan de hatine bicihkirin û yên din jî li derveyî kampan çûne cem kesûkarên xwe yan malek kirê kirine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button