All NewsTop

Vîdêo. Mijarên têkildarî komisyona xêzkirina sînorê Ermenistan û Azerbaycanê û komîsyona ewlehiya sînor hatin gotûbêjkirin

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ku ji bo beşdarî civîna Konseya Wezîrên Karên Derve ya Hevpeymaniya Dewletên Serbixwaê bibe li paytexta Tacîkistanê Duşanbeyê di 12’ê Gulanê de bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anîbû.

Gotûbêjan kêfxweşiya xwe ji lihevkirinên ku di encama seredana fermî ya serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan de di navbera 19-20 Nîsanê de ji bo Rûsyayê pêk anîbû, di navbera “serokên her du welatan” de nîşan dan.

Di hevdîtinê de mijarên têkildarî avakirina komîsyonek ji bo xêzkirin û ewlekariya sînorê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de hatin nîqaşkirin.

Wezîr Mîrzoyan der barê gavên ku ji bo aştî û îstiqrara herêmê û pêvajoya çareseriyê ya bi Azerbaycanê re hatine avêtin de helwesta Ermenîstanê pêşkêş kir.

Ararat Mîrzoyan û Sêrgey Lavrov li ser civîna sêalî ya bê ya wezîrên karên derve yên Ermenîstan, Rûsya û Azerbaycanê nêrînên xwe guherandin. Her wiha di hevdîtinê de li ser xurtkirina peywendiyên hevpeymanan û hevkariyên stratejîk ên di navbera her du welatan de di warên dualî û piralî de gotûbêj kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button