PoliticsTop

YE piştgiriya çareseriya domdar a pirsgirêkên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de dike: Andrêa Vîctorînî

Yekîtiya Ewropayê piştgirî dide çareseriya domdar ya pirsgirêkên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, u wusa Pirsên li ser Karabaxê. Li gorî nûçeya Armenpressê, Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê, got Balyozê Yekîtiya Ewropayê Andrêa Vîctorînî di civîna çapemeniyê ya ku ji bo 30emîn salvegera damezrandina têkiliyên dîplomatîk ên Yekîtiya Ewropayê-Ermenistanê hat lidarxistin.

Li gor Andrêa Vîctorînî , YE amade ye ku di vî warî de zêdetir kar bike, lê bi her awayî dê biryar di navbera her du welatan de bên dayîn, ji ber ku YE di vî warî de tenê navbeynkarek rasterast e.

“Navbeynkarî nayê wê wateyê ku pêşniyaran dikî û çareseriyan bibînî. Navbeynkarî tê wê wateyê, ku hawirdorekê ji bo aliyên nakok ava bikî, da ku bigihin çareseriyek hevbeş”: got Vîctorînî.

Li gorî Andrêa Vîctorînî, ew vê aliyan re hevdîtinên xwe berdewam bikin , ji bo ku fêm bikin, ka ew çi dikarin bikin ji bo pêşveçûnê di danûstandinan de.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca me ew e ku em alîkariyê bigihînin çareseriyeke domdar, ji bo her kesî derfetê bidin , ku di nav aramî û ewlehiyê de bijîn”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button