PoliticsTop

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser çalakiyen protestê li Ermenîstanê daxuyanî da

Amerîka bang li rayedarên Ermenistanê dike ku helwestê nîşan bidin, û bang li beşdarê çalakiyen protestê re jî dike, ku xwe ji tundûtûjiyê dûr bixin û rêzê li serweriya yasa û demokrasiyê bigirin. Ev yek ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Nêd Prays ve, li ser çalakiyen protestê ku daxwaza îstifakirina Serokwezîr Nîkol Paşînyan dikin, nirxand.

“Derbarê çalakiyen protestê li Ermenîstanê de, weke hûn jî dizanin, hefteya borî me bi aliyên ermenî re diyalogeke stratejîk kiribû. Û di vê forumê de bû, ku me pabendbûna xwe ya hevpar ji bo pêşveçûna demokratîk a Ermenîstanê û piştgiriya Amerîka ji bo aştiya mayînde li Kafkasya Başûr dubare kir.

Em di wê baweriyê de ne ku çalakiyen protestê aştiyane beşek ji sîstemeke siyasî ya vekirî ne. Em bi tevahî piştgiriyê didin azadiya bingehîn a axaftinê û civînên aştiyane. Em bang li rayedarên Ermenistanê dike, ku helwestê nîşan bidin, û bang li beşdarê çalakiyen protestê re jî dikin, ku xwe ji tundûtûjiyê dûr bixin û rêzê li serweriya yasa û demokrasiyê Ermenistanê bigirin” : got Prays.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button