EconomicsTop

Rûniştina Rêxistina Tûrîzmê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî wê li Ermenîstanê bê derbaskirin

Civîna 67emîn a Rêxistina Tûrîzmê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî wê li Ermenistanê bê derbaskirin. Ew ê di 1-3-ê hezîrana 2022-an de pêk were.

Serokê komîteya tûrîzmê ya Wezareta Aborî ya Komara Ermenîstanê Sîsîyan Boxossîyan di gotûbêja tev “Armenpress”ê de diyar kir, ku mijara rûniştina îsal vê tûrîzma gundewarî be, ku bi hevbeşî ligel Netewên Yekbûyî hat hilbijartin.

“Ji xencî nîqaşkirina karûbarên navxweyî yên Komîteya Tûrîzmê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî, dê gavên ji bo zêdekirina rola geşepêdana tûrîzmê ya domdar jî bêne gotûbêj kirin. Civîna Komîteya Tûrîzmê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî her sal li welatên cuda tê derbaskirin. Rastiya ku îsal cara yekem li Êrîvanê tê derbaskirin pêşketineke mezin e, firsendeke pir bi hêz e, ku Ermenîstanê pêşkêşî hemû cîhanê bike”: got serokê komîteyê.

Sîsîyan Boxossîyan got, ku Sekreterê Giştî yê Komîteya Tûrîzmê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî, serokê herêmê yê rêxistinê, serokên nûnerên nêzî 40 welatên endam ên herêma Ewropayê, nûnerên rayedarên tûrîzmê, wezîr, nûnerên çapemeniyê vê beşdarî rûniştinê bin. Nûnerên tûrîzma gundewarî ya Ermenîstanê , wê firsendeke mezin bi dest bixin ku bi beşdaran re têkilî daynin.

Di çarçoveya rûniştinê de tê plankirin, ku Sekreterê Giştî yê Komîteya Tûrîzmê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî bi Serokkomarê Ermenîstanê, Serokwezîrê Ermenîstanê û Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê re hevdîtinê bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button