TopWorld

Milîsên êzîdî dibêjin êrîşên artêşa Iraqê bi kampanyaya Tirkiyê ya li dijî PKKê ve girêdayî ne

YBS Serokwezîrê Iraqê Mistefa Qadimî bi xiyanet û hevkarîkirina Tirkiyê tometbar kir, di demekê de ku hêzên Îraqî dixwazin Şingala ku niştecihên êzdî ye, ku dikeve sînorê Sûriyê, bi temamî kontrol bikin.

Berdevkê YBS got ku “ne tesaduf e” ku artêşa Îraqî êrîşî hêza wê ya ewlekariya navxweyî, Asayîşê, di 19ê Nîsanê de kir, piştî ku wan red kir ku xaleke kontrolê li bakurê Şingalê vala bikin. Ev pêngav di demekê de hat ku Tirkiyê dest bi operasyonê kir ji bo îzolekirina çekdarên PKK li baregehên wan li devera çiyayî ya Zapê li bakurê rojavayê Şingalê.

“Xuyaye serokwezîrê Iraqê Mistefa Qadîmî bi Tirkiyê re hevkariyê dike. Serhildan Şingalî bi telefonê ji Al-Monitor re got: “Li ser Şengalê firîna balafirên bê mirov ên artêşa Tirk didomin. Armanca Tirkiyeyê ew e ku li herêmê tevliheviyê çêbike.”

Çima ew girîng e?

Herî kêm sê leşkerên Îraqî û jimareke nenas ji şervanên YBS di pevçûnên roja Duşemê de hatin kuştin, ku bû sedema koça herî mezin ya sivîlên êzdî ji dema ku Dewleta Islamî kampanya xwe ya qirkirinê li dijî wan di sala 2014 de dest pê kir.

“Em ji ber şer û pevçûnên ku li Şengalê diqewimin bi fikar in, ku dê encamên giran li gelê sivîl bi xwe re bîne. Li Şengalê cihê provokatorên hundir û derve nîne”: li ser rûpela Twitterê ya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê hatiye nivîsandin.

Serokê koma parêzvaniyê li Akademiya Şengalê Murad Îsmaîl di wê baweriyê de ye ku ji destpêka şer û vir ve herî kêm 1000 malbatên êzdî koçber bûne. “Civaka Êzidî di nava travmayê de ye. Ew jenosîdê tîne bîra wan”.

Mona Kîzîlhan serpereştiya nexweşxaneya Stuttgartê dike, ku rizgarbûyên ji jenosîda Êzdiyan tê de tedawiya derûnî dibînin. Kîzîlhan ji Al-Monitor re got: “Hestên bêçaretiyê wan vedigerîne rojên berê (2014) û travmaya vê civakê ji nû ve vedijîne.”

Gelek vedigerin Dihokê. Dihok ji sala 2014an ve bûye warê zêdetirî 200 hezar êzdiyên ku li van kampan dijîn.

Hikûmeta Iraqê dibêje ku armanca êrîşê ew e ku YBŞê ji destê Şingalê derxîne da ku malbat vegerin. Şingalî got ku şer ji roja Duşemê ve kêm bûye û got ku danûstandin berdewam in ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk, ku yekane rêya derketina ji vê xitimandinê ye.

Lê xuyaye ev pirsa paşeroja dûr e, ji ber ku hêzên herêmê, Tirkiye û Îran, li Şengalê bi wekalet û hevalbendên xwe re şerê desthilatdarîyê dikin û gelê Êzidî di nava wê têngasyê de dihêlin.

Paşî:

Tirkiye dibêje ku YBS beşek ji PKKê ye û êrîşên xwe yên li dijî Şingalê zêde kirine, fermandarên payebilind ên YBSê bi firokeyên bê firokevan amanc kirine, di heman demê de fişarê li ser Kazimî dike ku li dijî wê rêxistinê tevbigere.

Berdewamiya êrîşa Tirkiyê ya li dijî Şengalê yek ji sedemên sereke ye, ku Êzidî nikarin vegerin. Îdiaya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe ya li ser Şengalê jî hê aloztir e. Têkiliyên di navbera êzîdiyan û PDK de, ku hêza serdest li herêma Kurdistanê û hevalbendeke nêzîk a Tirkiyeyê ye, hîna nebaş in. Tê îdiakirin ku pêşmergeyên PDK’ê di Tebaxa 2014’an de çeperên xwe yên li Şengalê derqetin û êzîdiyên bêçek di destê DAIŞ’ê de hiştin. PKK ji bo rizgariyê siwar bû, bi alîkariya hêzên koalîsyona bi pêşengiya Amêrîkayê bi hezaran Êzidî di ser Sûriyê re revîn û vegeriya Çiyayê Şengalê, ku cihê herî bilind ê Iraqê ye.

Piştî demeke kin, PKK’ê alîkarî da damezrandina YBŞ’ê, da ku bikaribe Êzidî xwe li hember êrîşên pêşerojê biparêzin. Şingalî, berdevkê YBŞê got, ti hêzên PKKê li herêmê nemane. “Ew hemî di 2018 de dêrqetine ,” wî got. Wî her wiha nûçeyên ku dibêjin YBS li gel milîsên Îran piştgirîya wan dike li dijî Tirkiyê tevdigere, red kir. “Me ti carî êrîşî Tirkiyê û hêzên Tirkiyê nekiriye u em ji bo Tirkiyeyê tu tehdîd nînin”.

Çalakvan Mûrad jî wiha got: “Tu rastiya her du aliyan nîne. Ez nabêjim li Şengalê PKK tune ye, lê di derbarê PKK’ê de her tişt zêdekirî ye. Helbet Tirkiye li pişt wê rewşa heyî ye.”

Hebûna milîsên, ku Îran piştgiriya wan dike, li herêmê problêmek din a mezin e. Karbidestekî Kurd ê Îraqî, ku ne xast nawê xwe bejê, ji Al-Monitor re got ku Îsraîl ji hebûna yekîneyên mîlîter ên, ku Îran piştgirîya wan dike, li Şengalê “pir dilgiran e” ji ber ku ew deverê ji bo şandina çekan ber bi Sûrîyayê ve bikar tînin.

Tirkiye dibêje, ku Şingal heman armancê dike, ji bo ku çekdarên PKK mirov û kelûpelan di navbera baregehên xwe yên li Kurdistana Iraqê û Sûriyê de veguhêzin û gefa destpêkirina êrîşeke bejayî bo ser Şingalê kir. Şingalî nûçeyên piştrast kir ku rayedarên Îraqî dîwarekî betonî ji Fiş Xabûr, cihê ku sînorên Tirkiye, Sûriye û Iraqê digihêjin hev, heta başûra Şingalê ava dikin. Wî got ku çar kîlometran ji dîwar heta niha temam bûye.

Di çirya peşin 2020ê de, Neteweyên Yekbûyî alîkariya rêkeftina ewlekarî û aramiyê kir ku ji aliyê berpirsên Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat îmzekirin, ku tê de daxwaz dike ku şaredarek serbixwe were destnîşankirin û hemû komên çekdar ji Şingalê bên derxistin. Li şûna wan 2 hezar û 500 hêzên ewlekariya herêmî, ku YBŞ jî di nav de ye, bên guhertin.

Lêbelê, peyman li ser kaxezê dimîne. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya girêdayî YBŞ’ê li Şengalê serweriya xwe didomîne, alîgirên hikûmetê û PDK’ê jî li Dihokê dimînin.

Peyman bi tundî hat rexnekirin ji ber ku nêrînên civakên herêmî li ber çavan nayê girtin.

“Gelek jarên gotûbêjan di navbera her du aliyan de çareseriyek encam nedan û wisa xuya dike ku êdî vebijêrka leşkerî hatiye lîstin. Bê guman ev jî encama Peymana Şengalê ye ku pêwîstî bi derxistina PKK û komên girêdayî wê ji Şengalê heye”: got Murad.

“Eşkere ye ku em PKK’ê naparêzin, lê em 3 hezar Êzidiyên di nava refên YBŞ’ê de ne diparêzin. Em di wê baweriyê de ne ku divê ew ligel girûpên din ên êzîdî û ne-êzîdî bêne yek kirin da ku pêkhateyeke ewlekariya xwecihî ji aliyê xelkê herêmê ve di bin avahiya(Hêzên Ewlekariya Iraqî) de bi temamî di çarçoveya yasayê de çêbibe,” got Murad.

www.al-monitor.com dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button