CultureTop

Li Muzeya Drentsê ya Hollandayêbi sernavê “Di bin xemla Araratê de: Xezîneyên Ermenistanê kevnar ” pêşangehek wê vebe

Di 11’ê Gulanê de, li bajarê Assen ê Hollandayê li Muzeya Drentsê bi navê “Di bin xemla Araratê de: Xezîneyên Ermenistanê kevnar ” pêşangehek tê vekirin. Rayedarekî Wezareta Perwerde, Zanist, Çand û Werzişê ya Komara Ermenîstanê ji Armenpressê re ragihand, ku ew bi boneya 30 saliya damezrandina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Komara Ermenîstan û Keyaniya Hollandayê de ye.

Pêşangeh berhevokek arkeolojîk a girîng a ji Muzeya Dîroka Ermenîstanê vedihewîne, ku ji zêdetirî 150 nimûneyên muzeyê pêk tê, u her wiha bermaya Keştiya Nûh a ku li Muzeya Dêra Etchmiadzina de tê parastin.

Amûr, fîşek, çek, zêr, bîrdar û nirxên din ên çandî yên ku ji xaka Komara Ermenîstanê hatine kolandin, vê weren nîşandin.

Pêşangeh vê fersendek peyda bike ku çanda kevnar, dewlemend a Ermenîstanê, ji demên pêşîn heya guheztina xiristiyantiyê were kifş kirin. Pêşangeh vê heta 30ê çirya pêşin vekirî be.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button