All NewsTop

Pûtîn pîrozbahî li Nîkol Paşînyan kirîe

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi boneya 77emîn salvegera serkeftina Şerê Mezin ê Welatparêziyê ji serok û welatiyên Ermenistan, Belarûs, Kazakistan, Kirgizistan, Moldova, Tacîkistan, Tirkmenistan, Ozbekistan, Azerbaycanê û  ji welatiyan re peyamên pîrozbahiyê şandîe.

“Di vê rojê de em bejna xwe li ber leşkerên ku nazîzm bi berdêla heqaret û zehmetiyên bêhejmar têk birin, bi bîr tînin.  Erka me ya hevpar îro ew e ku em pêşî li vejîna Nazîzmê bigirin, ya ku li welatên cuda bûye sedema gelek êş û azaran. Di peyamê de hat gotin, “Divê rastiya bûyerên salên şer, nirxên hevpar, kevneşopiyên dostaniya biratiyê bên parastin.” Vladîmîr Pûtîn xîtabî serok û hemwelatiyên welatên biyanî kir û spasiya ji dil û can gihandin şehîdên eniya pêş û paş û hêviya silametî, bextewarî û temenî ji wan re xwest.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button