All NewsTop

Ciwanên Êzidî yên Şengalê peyamek ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re şandin û tê de gotin ku şanda ku çûye Bexdayê nûnertiya wan nake

Piştî êrişên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê destpêkir û zextên PDK ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê zêde bûn ciwan li nahiya Sinûnê kom dibin û çalakiyên xwe pêktînin. Di çalakiya îro de peyama ciwanan ji bo Mistefa Kazimî bû û diyar kirin ku şandeya çûye Bexda nûnertiya wan nake.

Li nehiya Sînûnê ya Şengalê, li gel Çarxerêya Ş. Mam Zekî Şengalî çalakiya cîwanan li hemberî hebûna artêşa Iraqê ya li gund û bajaran berdewam dike. Çalakî îro jî berdewam kir. Çalakvanan jî şandeya ku di bin pêşengtiya PDK’ê de çûye Bexdayê ku îdia dike nûnerên Şengalê ye red kirin û gotin ew şande wan temsîl nakin.

‘Ne şande ne jî peymana 9’ê Cotmehê me temsîl nake’ Di çalakiyê de cîwanan daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ciwanan de ku dîrek hîtabî Kazimî dike de vana tê gotin; “Ew şandeya ku çûye Bexda yê da ku Kazimî re hevdîtin bike derveyî biryara ciwanên serbixwe ye. Ciwanên serbixwe ew kesên çûne nehilbijartîne. Me nexwestiye şandeyek bi vî şiklî biçe. Em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku hejmara ciwanên ku beşdarî wê şandêyê bûne temsîla me nake. Ew kesên çûne îrada me temsîl nakin. Em wek ciwan li pişt daxwazên civaka xwe ne. Em ne piştgirê peymana 9’ê Cotmehê ne ku di navbera Hewler-Bexda de hatiye îmze kirinin jî.  Em vê peymanê qebûl nakin ji ber ku gelek şik û gûmanan ava dike.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button