PoliticsTop

Serokê Meclisa Neteweyî kiryarên polîsan ên di dema xwepêşandanan de kanunî dinirxîne

Serokê Meclisa Neteweyî Alen Sîmonyan, kiryarên polîsan ên di dema xwepêşandanan de kanunî dinirxîne. Li gor nûçeya “Armenpress”ê, Alen Simonyan di axaftinekê de ligel rojnamevanan spasiya hêzên polîs kir ku karîne mafên welatiyên din biparêzin.

” Careke din spasî dikim, ku ew mafên hevwelatiyên din diparêzin, rê nadin bûyerên curbicur ên biçûk ku diqewimin destêwerdanê li mafên hemwelatiyên din bikin. Lê di heman demê de ez dubare dikim ku welatiyên ku mafê xwe yê xwenîşandan û meşên azad bi kar tînin jî, bi rêzdarî li wan tê girtin. Ez difikirim ku divê mafên wan jî bên parastin” : got Serokê Meclisa Neteweyî Alen Sîmonyan.

Li gor Sîmonyan, hevkarên opozisyonê jî behsa wê yekê dikin ku dema tiştek diqewime, polîs alîkariyê dike.

“Bi her awayî divê em fêm bikin ku çalakî pêk tên, pêvajoyeke siyasî diqewime, polîs karê xwe dimeşîne”: got Sîmonyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button