PoliticsTop

Hevdîtina Mîrzoyan-Blînken ji bo diyaloga stratejîk a yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê-Ermenîstanê ava bike: Ned Prays

Hevdîtina dualî ya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blînken û Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan dê di navbera Amerîka û Ermenîstanê de dest bi diyalogeke stratejîk bike. Ev yek ji aliyê nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Prays ve hat ragihandin.

“Wezîrê Karên Derve pabend e ku têkiliyên dualî li gorî nirxên me yên hevpar ên demokratîk û hevkariyê berdewam bike”: got Ned Prays.

Wî bal kişand ser vê yekê ku aliyan li ser mijara navokî peymanek lihevkirinê îmze kirin, ku rê li ber hevkariyeke berfireh li ser mijarên nukleerî yên sivîl vedike. Wan herwiha pêşkeftina Ermenîstanê di pêkanîna reformên qanûnî yên demokratîk û dijî gendeliyê de gotûbêj kirin. Têkiliyên Ermenîstanê û cînarên wê jî hatin axaftin.

“Ev diyaloga stratejîk wê bi 30’emîn salvegera damezrandina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Amerîka û Ermenîstanê de pêk were. Ev diyar dike, ku têkilyen me ya hevpar di dawiya vê Diyaloga Stratejîk de dê, berfirehtir û kûrtir bibe.” got Ned Prays.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button