PoliticsTop

Ermenîstan û Amerîka di warê bikaranîna aştiyane û ewle ya enerjiya nukleerî de hevkariyê xurt dikin

Memoranduma Lihevkirinê ya li ser Hevkariya Di warê Enerjiya Nukleerî ya Sivîl de ku di navbera Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de hat îmzekirin, dê hevkariya di navbera aliyan de di warê bikaranîna aştiyane û ewleh a enerjiya nukleerî de xurt bike. Memorandum her weha dê ji bo berfirehkirina îmkanên pisporên enerjiya nukleerî yên Ermenistanê ku bi nûjeniyên teknolojîk ên herî dawî yên di qadê de nas bikin, bibe alîkar.

Di sala 1997 de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê u Ermenîstan peymanek li ser “Hevkarî û Pevguhertina Agahiyên Teknîkî di Qada Ewlekariya Nukleerê de” îmze kirin. Di sala 2007 û 2017an de hevkarî bi peymanan ji nû ve hat avakirin. Li gorî ku ji aliyê Armenpress ve hat ragihandin, ev yadaşt gaveke din e ji bo berdewamiya vê hevkariyê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button