PoliticsTop

Ermenîstan di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de pozîsyona xwe baştir kiriye

Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ku ji aliyê “Rojnamevanen bê sînor” ve hat weşandin, Ermenîstan di nava 180 welatan de di rêza 51’emîn de cih girt . Li gorî “Armenpress”ê, li gorî daneyên îndeksê, di sala 2021 de Ermenistan di rêza 63 de bû. Gurcistan di nav welatên herêmê de di rêza 89an de, Azerbaycan di rêza 154an de ye., Rûsya di rêza 155an de, Îran jî di rêza 178an de ye.

Tê gotin, ku çavkaniyên sereke yên nûçeyan li Ermenîstanê torên civakî ne , ku rojane ji aliyê du sê parên nifûsê ve têne bikaranîn. Piştî şoreşa 2018’an qada medyayê pir mezin bûye. Li gorî raporê, tevî piralîbûnê jî, medya veketandî dimîne. Welat bi pirsgirêka dezenformasyonê û gotinên nefretê re rû bi rû ye.

Di raporê de tê gotin ku sala 2021’an ji bo rojnamevanên çapemeniya Ermenîstanê ji ber şerê Qerebaxê, hilbijartinan û nexweşiyê, saleke dijwar bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button