PoliticsTop

Ararat Mîrzoyan mijarên girêdayî ewlekariya herêmê, girtiyên ermenî yên şer bi Vîctorîa Nuland re nîqaş dike

Roja 2ê Gulanê Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan, ku bo serdaneke kar li Amerîka ye, ligel Cîgirê Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka bo karûbarên siyasî Vîctorîa Nuland civiya.

Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê ragihand ku dînamîkên bilind ên geşepêdana têkiliyên Ermenîstan-Amerîka hatine tomar kirin, hate gotin ku ji sala 2019-an vir ve hevkarî derbasî astek nû ya diyaloga stratejîk bûye.

Ararat Mirzoyan û Vîctorîa Nuland mijarên girêdayî ewlehî û aramiya herêmê gotûbêj kirin. Li ser pêkanîna peymanên ku di navbera serokên Ermenîstanê u Azerbaycanê li Soçîê û Brukselê de hatine kirin, hat axaftin. Her wiha behsa rewşa Qerebaxê û pêvajoya destpêkirina danûstandinên di navbera Ermenîstanê û Azerbaycanê de li ser rêkeftina aştiyê ya berfireh kirin. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Derve yê Ermenistanê bi taybetî tekezî ji nû ve destpêkirina xebatên hevserokên Koma Mînskê ya OSCE kir.

Wezîrê karên derve yê Ermenîstanê pêşhatên dawî yên têkildarî pêvajoya normalîzekirina Ermenîstanê û Tirkiyê pêşkêş kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button