
Tûra dawîn a pêşbirka bedewiyê ya navneteweyî “Mîss Hevbendiya Dewletên Serbixwe 2022” dê di 15ê Hezîrana îsal de were lidarxistin.
Li gorî nûçeya Armenpressê, organîzatorên pêşbirkê didin zanîn ku 25-30 bedewên 18-25 salî ji çend welatên endamên Hevbendiya Dewletên Serbixwe û hejmarek ji welatên Ewropaya Rojhilat (bi tevahî 19 welat) ji bo beşdarbûna di pêşbirkên hilbijartinê de dê bêne Ermenistanê.