All NewsTop

Ararat Mîrzoyan bi Êntonî Blînken re hevdîtin kirîe. Memorandûmek lihevkirinê hat îmzekirinê

Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan li Waşîngtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Ênthony Blînkên re hevdîtin kir. Li gorî “Armenpress”ê, Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê li ser vê yekê agahdar dike.

Weke ku “Dengê Amerîka” belav kiriye, di civîna wezîrên derve yên her du welatan de, lihevkirinek hatîe îmzekirin.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan li ser mîkrobloga xwe ya Twitterê derbarê hevdîtinê de nivîsî. “Min bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Êntonî Blînkên re hevdîtineke pir berhemdar kir. Ez kêfxweş im ku vegerim Waşîngtonê da ku ji nû ve hevkariyek bihêz bi Dewletên Yekbûyî re saz bikim. Mîrzoyan di nivîsa xwe de wiha got: “Di van sê deh salên borî de, Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser bingeha nirxên hevpar ên demokrasiyê, rêzgirtina ji mafên mirovan û dewleta hiqûqê re hevkariyeke bi bandor pêk anîne.

Beriya niha Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandibû, ku Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Êntonî Blînkên, li ser hevkariya stratejîk di warê nukleerî ya medenî de peymaneke jihevtêgihiştinê îmze bikin

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button