
Oposîsîon wê îro li paytext Erîvanê û herêman dest bi çalakiyên neguhdariyê bike. Hêzên opozîsyonê îro li Meydana Fransa mîtîngek li dar xistin.
Nêzîkî du hefte ye hêzên opozîsyon ên cuda li herêman u Erîvanê çalakiyên protestê û meşên hişyarkirinê li derbaskirin. Beşdarên meşê yên ji 4 aliyên Ermenîstanê Tîgranaşen, Îjêvan, Sardarapat, Aparan tevlî gelan ku li Meydana Fransayê hatin cem hev bûn.
Di dawiya mîtîngê de biryar dan ku çadir lexin u şev li meydanê bimînin.
Endamê Fraksiyona “Ermenîstan” Îşxan Saghatêlyan ragihand ku çalakiyên neguhdariyê saet di 08:30 de dest pê dikin.
“Ev ne desteserkirina desthilatdariyê ye, ev mafê destûrî yê welatiyên Komara Ermenîstanê ye , ji bo xatirê Ermenîstanê, ji bo xatirê Artsaxê, ji bo xatirê gelê Ermenî her tiştî bikin û berî deqeyekê hikûmetê ji holê rakin: got Saghatêlyan.
Parlamenterên Fraksyonên “Ermenîstan” û “Ez bi rûmet im” Gexam Manukyan, Hayk Mamîcanyan, Arthur Vanêtsyan, Arthur Khaçatryan û Aram Vardêvanyan jî axaftin kirin.