TopWorld

Hikûmeta Îraqê plan dike ku rê li ber yekîneyên xweparastinê yên Êzdiyan li Şingalê bigire

“Operasyonên dawî yên artêşa Îraqî li Şingalê bi armanca vegerandina aramiyê û derxistina çekdarên neqanûnî ji deverê ne”: got parlamentarê Îraqê.

“Artêşa Îraqê niha li Şingalê ye, navçeyeke ku xelkê êzdî lê dijîn. Artêş li vir e ku qanûnê bicîh bîne da ku komên neqanûnî derxe. Plan ew e ku sîstemeke ewlehiyê bê çêkirin ku mirov bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî artêşê xwe ji her cure bertekên tund dûr bixin” : got Mahma Xelîl.

Beşek diyar ji xelkê êzdî yên Şingalê ji hebûna artêşa Iraqê nê razî ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button