PoliticsTop

Em hê aciz in ji bo ketina azeriyan nav devera berpirsiyariya hêzên aştiyê yên rûsî: Paşînyan

Ewlekarî îro mijara yekem e, divê ez bibêjim ku em hê aciz in ji bo ketina azeriyan nav devera berpirsiyariya hêzên aştiyê yên rûsî.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di 29ê Nîsanê de di hevdîtina bi heyeta bi serokatiya Serokomarê Artsaxê Arayîk Harutyunyan re got.

“Wekî ku me gelek caran gotiye, em li ser wê helwesta xwe berdewam in û em hêvîdar in, ku nûnerên hêzên aştîparêz ên Rûsyayê bi berdewamî piştrast bikin ku yekîneyên Azerbaycanê ji qada berpirsiyariya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê li Qerebaxê vekişin. Ev mijareke girîng e, bi dîtina min ev pirseke girîng e ji bo gelê Artsaxê li ser nirxandina sîstema garantiya ewlehiyê ya ku niha li Artsaxê tê meşandin”: got serokwezîr.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button