PoliticsTop

Çima Kosova divê mekanîzmaya navneteweyî ya rizgarkirin û tezmînatê werbigire, lê Artsax na? Artak Bêglaryan

Çima Kosova yan jî welatên din ên ku ji aliyê navneteweyî ve nayên naskirin divê mekanîzmaya navneteweyî ya rizgarkirin û tezmînatê werbigire, lê Artsax na? Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, pirseke wiha retorîkî ji aliyê Wezîrê Dewletê yê Komara Artsaxê Artak Beglaryan li ser kanala xwe ya “Telegram” niwîsî

“Kêfxweş bû ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterêşî re li ser nêrîna şêwirmendiyê ya Dadgeha Navneteweyî ya li ser Kosovayê axivî.

Bê guman ev bû mînakek ji bo wan miletan ,ku ji bo mafê xwe yê çarenûsî têdikoşin. Di nav wan de gelê xwecî yê Artsaxê jî heye.

Hêjayî gotinê ye ku ermeniyên Artsaxê bi dehan salan rastî çi polîtîkaya qirkirinê tê. Paqijkirina etnîkî ya Ermeniyên li Azerbacanê u Artsaxê, sirgûnkirin, îmhakirina mîrateyên çandî, siyaseta sîstematîk a dij-ermenî û gelek gefên din ên ontolojîk hatin kirin.Ev hemû bi biryara Dîwana Edaletê ya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî û her wiha rastiyên bi heman rengî yên bibelgekirî yên gelek rêxistinên din ên navneteweyî jî eşkere dikin.

Û niha pirsa retorîkî ev e ku çima Kosova yan jî welatên din ên navneteweyî yên ku nepejirandin divê vê mekanîzmaya navneteweyî ya rizgarî û tezmînatê bikar bînin, û Artsakh, ku hemî pîvanên hiqûqa navneteweyî pêk tîne, na. Divê em gelek bûyerên ku civaka navneteweyî berpirsiyariyên xwe yên pêşîlêgirtinê bi cih neanîne û di encamê de gelên cuda rastî jenosîdê hatin ji bîr nekin” : got Bêglaryan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button