PoliticsTop

Armên Grîgoryan ê li Bruselê bi Alîkarê Alîyev , Hacîyev re hevdîtinê bike

Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenîstanê Armên Grîgoryan 2 ê Gulanê li Bruselê bi Alîkarê Serokomarê Azerbaycanê Hîkmet Hacîyev re wê bicive. Sekreterê Konseya Ewlehiyê Armên Grîgoryan di hevpeyvînekê de ligel radyoya “Azadî” ev tişt got.

“Em ê çend mijarên girêdayî têkiliyên Ermenîstan û Azerbaycanê gotûbêj bikin” : got Armên Grîgoryan

“Eger em karibin bersiva hemû wan pirsan li Brûselê bi dest bixin, em dikarin li ser civîneke li ser asta serkirdeyên welat li Bruselê jî gotûbêj bikin”.

Pêştir Serokomarê Azerbaycanê diyar kiribû ku dibe ku nûnerên Azerbaycan û Ermenîstanê di destpêka meha Gulanê de li Bruselê bicivin.

Hevdîtina berê ya Armên Grîgoryan û Hîkmet Hacîyev , di dawiya meha Adarê de li Brukselê di bin çavdêriya Yekîtiya Ewropayê de pêk hatibû. Li gor ragihandina dezgeha dîplomatîk a Yekîtiya Ewropayê, armanca hevdîtinê “pêşvebirina hewlên ji bo dîtina çareseriyekê ji bo çend pirsgirêkên di navbera her du welatan de ye”.

Piştî çend rojan, di 6ê Nîsanê de, Serokê Konseya Ewropayê Çarles Mîşel, Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbeycanê Îlham Alîyev civiyan.

Biryar e di 13ê Gulanê de wezîrên derve yên Ermenîstan, Azerbaycan û Rûsyayê li Duşanbeyê bicivin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button