PoliticsTop

64 endamên kongreyê tev li pêşnûmeya bêparkirina Azerbaycanê ji alîkariya leşkerî u dayîna 150 milyon dolar alîkariya Ermenistan û Artsaxê bûn

Di 28ê Nîsanê de, 64 endamên meclisa nûneran a Amerîkayê nameyek ji serokê komîteya alikariyê re nivîsand û tê de daxwaz kir ku alîkariya leşkerî ya Amerîkayê bo Azerbaycanê bi dawî bîne û 150 milyon dolar bide Ermenistan û Artsaxê re, ji bo ku ew hember qeyranên mirovî û ewlehiyê yên ku ji aliyê Azerbaycan û Tirkiyê ve têne çêkirin, bisekinin.

Li gor ku ji “Armenpress”ê ji ofîsa navendî ya “Hay Dat”ê hatiye ragihandin, ev her du qad yek ji pêşengên siyasî yên sereke yên “Hay Dat”ê ya Amerîkayê ne. Ji bo cîbicîkirina wê xebat bi awayekî periyodîk bi tevlêbûna rêxistinên civakî yên gelên din ên ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kar dikin, têne kirin.

Rêvebirê “Hay Dat”ê ya Amerîkayê Aram Hambaryan li ser beşdarbûna hejmareke mezin ji kongresmanan di înîsiyatîfa navborî de nirxand.

“Em qêleka 64 endamên Kongreyê sekinî ne, ku ji bo Arsax, Ermenîstanê, ji bo berterefkirina êrîşên berdewam ên Azerbeycanê, ji bo ku bi rastî kalîteya jiyana nêzî 100,000 Ermenî biguhere, banga alîkariyên pir bi bandor ji bo sala malî ya 2023’an de dikin.Di mehên pêş de em ê bi endamên Meclisa Nûneran, Senatoyê re xebatên xwe bidomînin da ku pereyên bacgiran ên Dewletên Yekbûyî ji bo piştgirîkirina polîtîkaya qirkirinê ya Tirkiyeyê u Azerbeycanê neyê bikar anîn”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button