All NewsTop

Serokwezîr pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NATOyê kirîe

Serokwezîr Nîkol Paşînyan Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NATOyê yê Kafkasya û Asya Navîn Xavîêr Kolomînaî qebûl kirî.

Serokwezîr bi xêrhatina serdana birêz Kolomînaî jî diyar kir ku hevkariya Ermenistanê bi NATOyê re, bi taybetî di çarçoveya mîsyonên aşitiyê de, ji bo kûrtirkirina wê meraq dike. Derbarê rewşa herêmê de, Nîkol Paşînyan diyar kir ku rewş gelekî aloz e, û Ermenistan ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî gavan diavêje û pêwîst dibîne ku di wê proseyê de piştevaniya hevkarên navdewletî were kirin.

Xavîêr Kolomînaî ji bo pêşwazîkirinê spasiya xwe anî ziman û diyar kir ku “Ermenistan şirîkê potansiyela NATOyê ye” û silavên Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji Serokwezîrê Ermenistanê re gihandin. Wî bal kişand ser wê yekê ku Hevbendiya Atlantîka Bakur çalakiyên aştîparêzên Ermenistanê di mîsyona aşitiyê ya Kosovayê de bilind dinirxîne, “serdana wî derfetek e ji bo gotûbêjkirina perspektîvên hevkariyê û herwiha pêşhatên herêmî.” Rêzdar Kolomînaî da zanîn ku NATO pabendî dabînkirina aştî û aramiyê li Başûrê Kafkasya ye û amade ye di wê proseyê de alîkariyê bike.

Hevpeyvînan li ser hevkariya Ermenistan û NATOyê nêrînên xwe dan hev. Her wiha li ser mijarên ewlekariya herêmî û navneteweyî û rewşa derdora Qerebaxê axivîn.

Serokwezîr helwestên Ermenîstanê yên derbarê diyarkirina sînorê Ermenistan-Azerbaycanê, çareserkirina kêşeya Qerebaxê, vekirina rêyên ragihandinê û pêvajoya diyaloga Ermenistan-Tirkiyeyê pêşkêş kir. Nîkol Paşînyan amaje bi rêkeftinên ku di encama hevdîtinên bi navbeynkariya hevparên navneteweyî de hatine kirin kir û careke din bal kişand ser girîngiya bersivdana armanckirî ya civaka navneteweyî li hember kiryarên ku ji bo têkbirina aramiya herêmê ne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button