
Amadekariyên ji bo lidarxistina civîna duyemîn a platforma “3 + 3” didomin. Ev yek ji aliyê Dênîs Gonçar, Rêveberê Daîreya Çaremîn a Hevpeymaniya Dewletên Serbixwe, di hevpeyvîna RIA Novostî de diyar kir. Wî bi bîr xist ku deriyên platformê ji Gurcistanê re vekirî dimînin.
Civîna duyemîn a platforma şêwirmendiya herêmî ya “3 + 3” niha tê amadekirin. Cih û roja hevdîtinê wê were eşkerekirin.” Gonçar gotîe.
Civîna yekem a platforma “3 + 3” di Kanûna 2021an de li Moskowê bi serokatiya cîgirên wezîrên karên derve yên Ermenistan, Rûsya, Tirkiye, Azerbaycanê û Rêveberê Giştî yê Wezareta Derve ya Îranê hat lidarxistin.