All NewsTop

Heyder Şeşo: Hinek aliyên li nav hikûmeta Iraqê alîkariya PKKê dikin

Fermandarê Hêzên Êzîdxanê Heyder Şeşo ragihand, PKK plana welatên cîran cîbicî dike û hikûmeta Iraqê jî li aliyekî piştgiriya PKKê dike û li aliyekî din jî rê dide Tirkiyê ku operasyonan bike.

Heyder Şeşo ji K24ê re eşkere kir, ew daxwaza cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina Şingalê dikin û ev jî erkê hikûmeta Iraqê ye, lê belê hikûmet li aliyekî piştgiriya PKKê dike û derfetê dide wan û li aliyekî din jî rê dide Tirkiyê ku operasyonên li nav axa Herêma Kurdistanê bike. Şeşo diyar dike, ti car armanca PKKê aramî nîne ûli ku dibe bila bibe, armanca wê derxistina nearamiyê ye û plana welatên herêmî cîbicî dike, ku ew jî di berjewendiya Iraq û xelkê navçeyê de nîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button