PoliticsTop

Serokwezîr red dike, ku dikare belgeyek bê îmzekirin, bêyî nîqaşên giştî yên berfireh

“Ez red dikim, ez tenê wê red dikim, ku belgeyek hebe, kêm an zêde nêzîkî îmzekirinê be , ku dê bêyî nîqaşên giştî yên berfireh, bi civaka Artsaxê re jî teda, were îmze kirin. Ev garantiyek e, garantiyek hesin e, ku çarenûsa Artsaxê li pişt gel nayê destnîşankirin”: Paşînyan di rûniştina hikûmetê de tekez kir.

Bi gotina serokê dewletê, di vî warî de, pessîmîst mînaka daxuyaniya sêalî ya 9ê Çirya paşin 2020an didin, ku bêyî nîqaşên berfireh a raya giştî hat îmzekirin.

“Ev danberhevkirineke ecêb e, ji ber ku di şert û mercên şer de, saetan, carinan deqeyan de biryar dihatin girtin, ji bo xilaskirin a bi hezaran gelên Artsaxê, 25 hezar leşker u xilaskirin a Artsakh ji derxistina Ermeniyan u danberhevkirin bi tenê ne guncaw in. Lê li aliyê din jî, hemû polîtîka û gavên me ji bo ku di şert û mercên wiha de biryar negirin in”: got serokwezîr.

Li gorî Paşînyan, naveroka hemû belgeyên, ku niha mijara muzakereyê ne, ji raya giştî re tê zanîn.

“Ev 5 xalên ku ji aliyê Azerbaycanê ve ji me re hatine şandin u bersiva me ya li ser vê yekê ye. Ew bi tevayî di hevpeyvînan de, axaftinan de hate weşandin. Em ê vê pratîkê bidomînin,
heta ku etîka têkiliyên dîplomatîk ên navbera dewletan destûrê bide”: got Paşînyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button