PoliticsTop

Paşînyan teqez kir, ku piştî daxuyaniya 9ê Çirya paşin, ji bo çareseriya Qerebaxê , tu projeyek an jî nivîstokek tunebû, ku li ser masê be

Heta niha u pê vê, ji bo çareseriya Qerebaxê , tu projeyek an jî nivîstokek tunebû, ku li ser masê be an jî bikeve dewrê.Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di rûniştina hikûmetê de ev tişt got.

Serokwezîr got: “Piştî her serdaneke biyanî ji 9ê Çirya paşin 2020an li vir , bi hemû îmkanan gotegot belav bûne ku ez ê belgeyek li ser çareserkirina Qerebaxê îmza bikim, u bi vê belgeyê dê Artsax radestî Azerbaycanê were kirin.”

Ji bo daxuyaniyên, ku dewleta Ermenîstanê wê Artsaxê radest bike, serokwezîrê Komara Ermenîstanê destnîşan kir, ku yê ku Artsax ê radest bikira , piştî şer dê tiştekî nekira u radestkirina Artsaxê biba rastî.

“Divê ez hezar carî lêborînê bixwazim, lê ez gotî bêjim, ku Artsax ne
tişt ê teslîmbûn an ne teslîmbûnê ye. Artsax beriya her tiştî gelê li wir dijîn e. Ger me Artsax radest bikira, piştî şerê 44 rojî me bi deh milyar dram xerc nedikir da ku gelê Artsaxê vegerin malên xwe.

“Em veberhênanên nedîtî li Artsaxê dikin, ji ber ku mayîna Artsaxê, tê wateya mayîna gelê Artsaxê li Artsaxê , mayîna Ermenîstanê, tê wateya mayîna Ermeniyan li Ermenîstanê û tiştek jî , vegerandina yên ku derketine li vir”: zêde kir Paşînyan .

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button