SocietyTop

Nûnerên hindikahiyên netewî yên li Ermenîstanê banga naskirina Qirkirina Ermeniyan dikin

Nûnerên hindikahiyên neteweyî yên li Ermenîstanê bang li civaka navneteweyî dikin ku Qirkirina Ermeniyan nas bikin û şermezar bikin.

Li gorî seroka Civata Cihûyan a Ermenîstanê Rîma Varjapêtyan, tiştê ku nehatibû naskirin dubare dibe. “Em bang li hemû cîhanê dikin, di serî de dewletên ku heta niha Qirkirina Ermeniyan nasnekirine. Divê Qirkirina Ermeniyan bê naskirin û şermezarkirin da ku careke din dubare nebe”: got Rîma Varjapêtyan

Serok Yekîtiya Niştimanî ya Êzdiyan Xidir Hacoyan erkê her kesî dibîne ku rêz û hurmetê ji bo bîranîna qurbaniyên bêguneh bigire. Her wiha erka her kesî dibîne ku careke din bang li civaka navneteweyî bike ku Tirkiyê neçar bike ku dev ji siyaseta xwe ya înkarê berde.

Hevserokê Komîteya Kurdistanê Slo Drboyan diyar kir ku divê cîhan siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Ermenî, Kurd û Suryaniyan şermezar bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button