PoliticsTop

Em hêvîdar in, ku daxwazên aliyên tirk dilrast in: Nîkol Paşînyan

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan bi boneya 107emîn salvegera bîranîna qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan peyamek şand û di peyama xwe de amaje bi proseya danûstandinên asayîkirina pêwendiyên Ermenistan û Tirkiyê kir.

“Qirkirina Mezin rûpela herî trajîk a dîroka gelê Ermenî ye. Û ji bo me derfetek e ku em ne tenê li ber bîranîna şehîdên xwe yên bêguneh serî netewînin, li ser dîrok, berê, îro û paşeroja xwe jî bifikirin. Ji bo me firsendek e ku em diyar bikin, ku divê gelê Ermenî ji bo kontrolkirina çarenûsa xwe her ku diçe zêdetir bibe xwedî îmkan û hêmanên xwe, divê karibe çarenûsa xwe ji qada biryarên kesên din veguhezîne qada biryarên xwe”: got Serokwezîr.

Li gorî wî, ev têgihîştin bûye sedema vekirina sedsala pêşveçûna aştiyê.

“Sedema ku em bi armanca asayîkirina peywendiyên Ermenistan û Tirkiyê gotûbêjan dikin, ji ber vê yekê ye. Em hêvîdar in, ku daxwazên aliyên tirk dilrast in u em ê karibin di vî warî de pêşda herin. Di heman demê de erka me ya îro ew e ku bi gihandina potansiyela hemû ermeniyan em dewleteke demokratîk û bi rûmet ava bikin”: got Paşînyan

Li gorî Paşînyan, Dewletbûna Ermenîstanê, rêya herî bi bandor e ji bo bîranîna qurbaniyên Qirkirina Ermeniyan, hemû şehîdan u divê bibe sembola îradeya gelê Ermenî ya neşikestî û temînatek.

Li gorî wî, di vî warî de gelek karen civaka navdewletî di vî warî de heye. Wek ku bêyî berjewendiyên siyasî, rê nedin sûcên din ên bi vî rengî.Beriya her tiştî divê qîmeta jiyana mirovan bê dayîn, bêyî ku ferqa neteweya mirov hebe.

Naskirin û şermezarkirina Jenosîdê ye, ku divê dest ji hovîtiyên nû berdin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button