PoliticsTop

Em di wê baweriyê de ne, ku di Koma Mînskê ya OSCE de, ji bo çareseriya aştiyane ya aloziyê derfet hene: Balyozê Amerîkaye li Ermenîstanê

Balyoza Amerîkayê ya li Ermenîstanê Lîn Trêysî di Bîrdariya Tsîtsêrnakabêrdê de ji rojnamevanan re got: “Em di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Qerebaxê bi rêya Hevserokatiya Koma Minskê ya OSCE’yê derfet hene”.

Êndryu Şoffêr, şêwirmendê Wezareta Derve ya Kafkasyayê û hevserokê Amerîkî yê Koma Minsk, hefteya borî li vir bû. Bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin û gotûbêjên wî berhemdar hebûn. Em ê berdewam bikin di warê dualî de u weke hevserokatiya Koma Mînskê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê rêyên muhtemel binirxînin”: got balyoz.

“Di mehên dawî de, Wezîr Blînken gelek caran bi têlefonê bi serokên welatan re peyivîn û ji wan xwest ku bi hev re têkiliyê deynin û pêvajoyek aştiyê ava bikin”: got balyoz.

Wî bi bîr xist ku di 25ê Adarê de wan daxuyaniyek belav kir û tê de destnîşan kirin tevgera leşkerên Azerbaycanê.

“Em daxwazê ​​ji aliyan dikin, ku dev ji gotinên tehdîd û dijminatiyê berdin, ku alîkariya pêvajoyê nake. Bê şik dê muzakere dijwar bin. Ev pevçûnek dijwar e, ku di gelek salan de pêş ketiye. Em axaftina Serokwezîr hefteya borî de silav dikin, em peyama wî girîng dibînin, em bang li hemû aliyan dikin, ku ji bo aştiyê peyamên wiha bidin”: got Trêysî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button