PoliticsTop

Rûsya amade ye ku nan û rûn bi tevahî û bi buhayên erzan bide Ermenîstanê: Parlamenterê Dûmaya Dewleta Rûsyayê

Rûsya amade ye nan û rûn bi tevahî û bi buhayên erzan bide Ermenîstanê. Parlamenterê Dûmayê yê Dewleta Rûsyayê Olêg Nîlov ev yek li Êrîvanê di civîneke çapemeniyê de got.

Li gorî wî, Rûsya dê herî zêde pêşniyaran bike, pirseke din jî ew e ku Ermenistan wê çiqasî bi temamî bikaribe berjewendiyên xwe pêk bîne.

Parlamenter her wiha got, “Hikûmet û gelê Ermenîstanê dê biryarê bidin, em ê çiqas ji nêz ve têkiliyên xwe geş bikin.”

Nîlov di wê baweriyê de ye, ku Ermenistan dikare hilberîna çandiniyê yên ku ji Rûsyayê re têne hinardekirin, pêş bixe. Li gorî siyasetmedar, Rûsya dê hem nan û hem jî rûn bi tevahî û bi bihayê herî kêm bide Ermenîstanê.

Em bi bîr xin, ku komek parlementerên Rûs hatin Ermenistanê, ji bo beşdarbûna rûniştina 34 a Komisyona Navparlemanî ya Hevkariya di navbera Meclîsa Federal a Rûsyayê û Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê de.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button