
Alîkarê Serokwezîr Mhêr Grîgoryan pêşwazî Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê, li sêr pirsgirêkên krîzê li Kafkasya Başûr û Gurcistanê , Toîvo Klaar ki.
Di hevdîtinê de li ser cîbicîkirina xala 9 a ya daxuyaniya 9ê Çirya paşin 2020an, ango rakirina bloka transportê ya herêmê hat gotûbêjkirin. Daxuyaniya di navbera Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de hatibu îmzekirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Cîgirê serokwezîr helwesta Komara Ermenîstanê pêşkêş kir u vê pêvajoyê weke aştiyeke demdirêj li herêmê û garantiya xurtkirina aramiyê giring kir”.
Mijarên têkildarî avakirina komîsyoneke dualî ya li ser pirsgirêkên sînorên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de hatin gotûbêjkirin.
Wusa jî, mijarên girêdayî pêvajoyê pêkanîna peymanan civîna sêalî ya 14ê Kanûna Pêşîn a 2021ê de li Brukselê, li ser vekirina rêya hesinî, hatin gotûbêjkirin.
Serokê Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê bayloz Andrêa Vîctorîn jî di hevdîtinê de amade bû.