CultureTop

“Belgeya miletê xwendî”. Li Muze-Enstîtuya Jenosîdê pêşangeha arşîvên girîng hatê vekirin

Gelê ermenî mîrateyek mezin a çandî hiştiye li herêmên dergûşa xwe yên dîrokî – Ermenistana Rojava, Kîlîkya, herêmên din ên ermenî niştecîh ên Împaratoriya Osmanî, ku zêdetir ji 100 sal berê sûcê herî mezin ê mirovahiyê hat kirin- jenosîd, ango qirkirina komî, sirgûn hatê kirin. Rastiyek tê zanîn ku ermenî li ku derê bi cih dibin, pêşî dibistan-dêrek çêdikin, paşê jî malek nû ava dikin.

Li gorî Armenpressê, di 22ê Nîsanê de, di çarçoveya konferansa 3 rojan a “Di Sedsala 21’emîn de Zehmetiyên Hînkirina Qirkirina Ermeniyan” pêşangeha demkî ya bi navê “Di Şopa Dibistanên Ermeniyan :Belgeya miletê xwendî ” li Muzeya-Enstîtuya Qirkirina Ermeniyan hat vekirin. Li gorî rêveberê enstîtuyê Harutyun Marutyan, pêşangeh delîlek zindî ya vê rastiyê ye.

Fikrê pêşangehê ya Sêda Parsamyan e, seroka pêşangeh-beşê muze-enstîtuyê. Belgeyên ku li salona pêşangeheke cihê ya muzeyê hatine pêşkêşkirin, di nav wan de sertîfîkayên xwendekarên dibistanên ermenî, wêne, pirtûkên dersê, pirtûkxane û malzemeyên din ên arşîvî hene, beşek ji lêkolîna Seda Parsamyan in. Zanayê ermenî demeke dirêj li ser teza xwe ya li ser qirkirina çandî dixebitî.

Li gorî nivîskar armanca pêşangehê heye. Armanc ew e ku ji dûrahiya zêdetirî sedsalê were pêşkêş kirin, li Ermenîstana Rojavaê,li Kîlîkyayê, li herêmên ermenî yên Împaratoriya Osmanî da çalakiyên potansiyela nêzîkî du hezar dibistanên Ermenî di wê demê de, ku mixabin bi Qirkirina Ermeniyan hat sekinandin”: got Sêda Parsamyan.

Alîkara Wezîra Çand, Zanist, Perwerde û Sporê ya Ermenîstanê Zhanna Andreasyan beşdarî vekirina pêşangehê bû. Pêşangeh dê heta 10ê Îlona 2022an berdewam bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button