All NewsTop

Vîdêo. Mala Êzidiyan: Êrişa li ser Şengalê pêkanîna planên dewleta Tirk e

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê got: “Êrişa hêzên hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê pêkanîna planên dewleta Tirk e, pêşketineke xeter e û li dijî pîvanên exlaqî ye.”

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê  der barê êrişên artêşa Iraqê li ser Asayîşa Êzîdxanê ya Şengalê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî  ji aliyê Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo li navenda wan a li gundê Qizlacoxê yê navçeya Amûdê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, tevî hemû bangan, ji bo ku Êzidî karibin cejna xwe ya aştî û hezkirinê “Çarşema Sor” pîroz bikin, ji duh danê şevê ve, artêşa Iraqê êrişî Şengalê dike û ev tişt hat gotin:

“Hikûmeta Iraqê planên dewleta Tirk  pêk tîne, ev jî tê wateya pêkanîna siyaseteke xeter li dijî pîvanên exlaqî. Çawa dewletek ji bo pêkanîna daxwazên xêrnexwazan şerê gelê xwe bike. Lihevkirinên hêzên herêmî li dijî destkeftiyên gelê me yê li Şengalê sûceke mezin e, dixwazin dawî li hebûna gelekî resen ku li ser xaka xwe dijî bîne.Ew dizanin ku dê nikaribin armancên xwe pêk bînin, ji ber di dîrokê de gelê me li ber xwe daye û bersiva dijminan daye.” Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê diyar kir ku êrişên hemwext ên li ser Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê tê wateya ku li dijî gelên daxwaza azadî û mafên xwe dike lihevkirineke hevbeş heye û got: ” Li vir di demekê de ku em li bende sersala êzidiyan e, em bang li rêxistinên navneteweyî û parêzerên mafên mirovan dikin ku li dijî êrişên li ser Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê rawsestin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button