All NewsTop

Hêvîdar in cejnên din di rewşeka baştir de bên pîrozkirin û hemû xwîşk û birayên Êzidî vegerin ser war û malên xwe. Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hatina cejna sersala Êzidiyan, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got ku: “Em dê hewl bidin tevahiya Êzidiyên hatine revandin rizgar bikin”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 19ê Nîsana 2022yan  bi mabesta Cejna sersala Êzidî  (Çarşema Sor) peyameke pîrozbahiyê belav kir û got “Cejna sersalê (Çarşema Sor) li hemû xûşk û birayên me yên Êzdî li Kurdistanê û cîhanê, pîroz dikim. Em dîsa hemû Êzdiyan piştrast dikîn heta Êzdiyek revandî mabe, em dê li pey çarenivîsê wan bîn û rizgar bikin”

Çarşema Sor ango Cejna Sersala Êzidî yek ji cejnên herî berbiçav e ku her sal di meha Nîsanê de tê lidarxistin. Ev cejn li malan û li perestgeha Lalişê bi çendîn merasîman birêve diçe.

Serokê Herêma Kurdistanê bi temamî piştevanîya mafên Êzdîyan, avedankirina deverên wan û misogerkirina aştî û azadîya wan dike û dibêje: “Ji bo evê mebestê jî, em dê bi alîyên Iraqî û navdewletî re berdewam kar bikin.” Di beşekî dinê peyama xwe Serokê herêma Kurdistanê de dibêje: “Mixabin îsal cejn di demekê de ye ku hêj beşekî girîngê xwîşk û birayên me li kampan dijîn.  Hêvîdar in cejnên din di rewşeka baştir de bên pîrozkirin û hemû xwîşk û birayên Êzidî vegerin ser war û malên xwe.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button