All NewsTop

Serokwezîr pêşwazî li Hevserokê Amerîka yê Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîyê li Ewropayê Êndru Şoffêr  kir

Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêşwazî li Hevserokê Amerîka yê Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropayê Êndru Şoffêr   kir.

Serokwezîr tekezî li ser rola Amerîka wek hevserokê Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê kir û pêşwazî li serdana Êndru Şoffêr kir ku dê derfetê bide bo gotûbêjkirina rewşa Qerebaxê, pêvajoyên di vê çarçoveyê de pêk tên.

Di hevdîtinê de bal kişandin ser rola hevserokên Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê di çareseriya berfireh a pirsgirêka Qerebaxê de. Her wiha li ser mijarên mirovî, wek îhtîmala destpêkirina danûstandinan bi Azerbaycanê re li ser peymana aştiyê, rawestiyan. Di vî warî de serokwezîrê Ermenistanê bal kişand ser rola navbeynkariyê ya hevserokên Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button