All NewsTop

Serokwezîr Paşînyan dê bi serdaneke fermî biçe Rûsyayê

Serokwezîr Nîkol Paşînyan dê di navbera 19-20 Nîsanê de bi serdaneke fermî 2 rojî bê Rûsyayê.

Di çarçoveya serdanê de Serokwezîr Paşînyan dê bi Serokê Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bicive. Serkirdeyên her du welatan dê li ser geşepêdana zêdetir peywendiyên stratîjîk-hevalbendiya Ermenistan-Rûsya gotûbêj bikin. Di 9ê çirya paşin 2020an, 11ê kanûna paşîn 2021ê û 26ê Çiriya Paşiyê ya 2021ê de dê behsa pêkanîna daxuyaniyên sêalî yên serokên Ermenistan, Rûsya û Azerbaycanê were kirin.

Nîkol Paşînyan di 20’ê Nîsanê de jî wê bi Serokwezîrê Federasyona Rûsyayê Mîxaîl Mîşûstîn, Serokê Dûmaya Dewletê ya Rûsyayê Vyaçeslav Volodîn, Seroka Konseya Federasyonê ya Meclîsa Federal a Federasyona Rûsyayê Valêntîna Matvîenko re jî bicive. Herwiha tê plankirin ku Serokwezîr serdana Nîjnî Novgorodê jî bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button