
Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Şarl Mîşêl re bi telefonê axivîe.
Gotûbêjan li ser cîbicîkirina rêkeftinên ku di civîna 6ê Nîsanê ya Serokê Konseya Ewropayê, Serokwezîrê Ermenîstan û Azerbaycanê li Brukselê, rewşa herêmê û rojeva têkiliyên Ermenistan û YEyê de hatin kirin, nêrînên xwe anîn ziman.
Paşînyan û Mîşêl her wiha li ser cîbicîkirina rêkeftina terxankirina 2,6 milyar dolaran bo Ermenistanê di çarçoveya plana aborî û veberhênanê ya Hevkariya Rojhilatî ya Yekîtiya Ewropayê de gotûbêj kirin û tekezî li ser girîngiya pêkanîna bi bandor a bernameyên ku di pakêta veberhênanê de hatine pêşbînîkirin kirin. Şarl Mîşêl pabendbûna Yekîtiya Ewropayê ya ji bo pêkanîna tam bernameya veberhênanê ya ji bo Ermenistanê piştrast kir û bal kişand ser girîngiya destpêkirina qonaxa pêkanîna pratîk a bernameyan di zûtirîn dem de.