Endamên Mala Êzidiyan a Helebê lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de wekî dubarekirina fermana Tebaxa 2014`an bi nav kir û got, yekane rêya têkbirina planên dagirkeran berxwedan e.
Bi erêkirina PDK’ê û fermanên dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Iraqê lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê dedewam dike, da ku her du herêman dorpêç bike û wan ji hev qut bike.
Têkildarî mijarê endamên Mala Êzidiyan a Helebê lêkirina dîwarê li derdora Şengalê, bi plan û fermaneke nû bi nav kirin û diyar kirin ku armanca lêkirina vî dîwarî Rêveberiya Xweser têk bibe û herêmên Kurdan ji hev qut bikin.
‘FERMANEKE NÛ BI ŞÊWAZEKÊN NÛ’
Ranya Cafer jî diyar kir ku armanca lêkirina dîwar ew e ku Êzidiyên Şengalê ji Rojava qut bikin û got: “Lêkirina dîwar li derdora Şengalê ji fermana sala 2014’an e ya qirkirina Êzidiyan ne cuda ye. Niha bi rêbazên nû, bi lêkirina vî dîwarî dixwazin civaka Êzidî tune bikin.”
Ranya Cafer komploya lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Divê em bê çare nemînin û li dijî siyasetên ku girêdana gelê Rojava û Şengalê asteng dike, bisekinin.”