EconomicsTop

Ji destpêka krîza li Ûkraynayê heta niha nêzî 74 hezar kes ji Rûsyayê hatine Ermenîstanê: Vahan Kerobyan

Ji destpêka krîza Ukraynayê heta niha nêzî 74 hezar kes ji Rûsyayê hatine Ermenîstanê. Wezîrê Aboriyê yê Ermenîstanê Vaհan Kerobyan ev yek got.

“Der barê welatiyên Ukraynayê de, bi giranî dîaspora Ermenî vegeriyan ê . Pir Ukraynî nîn in, yek du hezar, ne zêde. Ji bo yên ji Rûsyayê tên, li gorî daneyên dawîn, nêzî 75 hezar kes in, ji van jî, dîsa nîvê wan xwayê pasaportên Ermenîstanê ne. Em nizanin wê heta kengî li Ermenîstanê bimînin.Dema ez ji Ermenîstanê diçûm Rûsyayê, di balafirê de gelek rûs hebûn ku berî demekê çûbûn Êrîvanê û niha vedigeriyan.Bi gotineke din, ez newêrim bibêjim ku ev hejmara navborî hejmara kesên ku biryar dane li Êrîvanê bimînin û bijîn.Ji bo wextê, ​​mirov dikarin bêyî belgeyên taybetî 180 rojan li Ermenistanê bijîn. Lê eger ew dirêjtir bijîn, ew tenê divê cezayê pereyan bidin. Bi giştî Ermenistan, welatekî mêvanperwer e, bi taybetî welatiyên Rûsyayê dikarin bi azadî bijîn û kar bikin” : got Kerobyan

Kerobyan di bersiva vê pirsê de, ku gelo tirsa wê heye, ku di navbera welatiyên ji Rûsya û Ukraynayê de kêşe yan jî tundûtûjî çêbibe?

“Rojeke me hebû ku kesên li dijî operasyona leşkerî ya taybet, û kesên ku piştgirî dan wê , du mîtîngên cuda li dar xistin. Û gelek kes dişmîş bun, ku ew çawa dibe. Lê em welatekî demokratîk in û mafê her kesî heye ku xwe îfade bike”.

Li gor wî Rûsya sermayedarê herî mezin e li Ermenîstanê.”Û em difikirin ku, li ser bingeha gelek faktoran, divê rêjeyên veberhênanê herî kêm yek bin. Eşkere ye ku ji ber dorpêçan rewşa aborî hinekî aloz e. Lê ez wisa difikirim ku divê xebatên aborî yên hevkariya me qels nebe, zêde bibe.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button